Bi çekan êrîsî karkerên Kurd kirin: Ciwanekî Kurd hat kustin, 2 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Dînar a bajarê Afyon ê Tirkiyê, karkerên avahiyan ên Kurd ku ji navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê ne rastî êrîşeke çekdarê hatin.
Li gorî zanyariyan êrîş danê êvarê (13ê Îlonê) li demjimêr dor 17:30 pêk hatiye û di encama wê êrîşa nijadperestî de karkerekî Kurd bi navê Ozkan T. (25 salî) can daye û du karkerên din ên bi navên Firat T. û Fatih T. jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Çavkanî dibêjin, kesên êrîşkar ji karkeran re gotine, ‘hûn çima tozê derdixin’ û bi çekan êrîşî wan kirine.
Hêjayî bîrxistinê ye, hefteya borî jî li bajarê Sakaryayê êrîşeke nijadperestî li dijî karkerên Kurd ên ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hatibû û mexdûrên êrîşê gotibûn, ji ber Kurdbûna xwe rastî êrîşê hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin