Li Enqerê bi çekan êrîsî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn

21 July 2021 16:39 0 dîtin
Li Enqerê bi çekan êrîsî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Tîrmehê li navçeya Atindag a Enqerê, malbateke tirk bi çekan êrîş biriye ser malbateke kurd a ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ku du kes ji wan bi giranî 4 kes birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan li taxa Kavakli ya Altindag a Enqerê, her du malbat cîranên hev bûne û piştî gengeşiya navbera wan a li ser pisîyê sewalan di navbera wan de alozî derketiye û piştre malbata kurd rastî êrîşa bi çekan a malbata tirk hatiye.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de ji malbata Kurd Ferit Boztaş û Feyyaz Boztaş bi giranî birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Enqereyê. Her du birîndarên sivik ên ji heman malbatê Tuncer Boztaş û Halis Boztaş jî bo Nexweşxaneya Dişkapi Yildirim Beyazit a Lêkolîn û Perwerdê hatine veguhestin.

Li gorî agahiyan hin kesên li derdorê yên ji bo kirîna ajalan hatibûn jî birîndar bûne.

Ji malbata Kurd Ferhat Boztaş ragihandiye ku şeva borî 150 kesan êrîşî wan kiriye û 4 kesan jî rasterast bi çekan gule berdane wan û gotiye, “Êrîşkar gelekî bi kîn bûn. Kurdan tune bikin jî rehet nakin.”

Herwiha hat ragihandin ku malbata êrîş kiriye xistine bin parastina ewlehiyê, lê kesûkarên wan ên li ber nexweşxaneyê rastî destwerdana bekçî û polîsan hatine ku hejmarek kes jî hatine binçavkirin.

Li gorî şahidên bûyerê malbata kurd dema çûyîna gund jî ji aliyê cendermeyan ve hatine astengkirin û destûr bo wan nehatiye dayîn.