Li Enqerê bi dirusmên nijadperestî êrîsî ciwanekî Kurd ê 17 salî kirin
PeyamaKurd – Hat zanîn ku li taxa Turkozu ya navçeya Mamak a Enqere ya paytexta Tirkiyê, dîsa êrîşeke nijadperestî li dijî welatiyekî Kurd hatiye kirin.
Ciwanê Kurd ê 17 salî bi navê Volkan Temel, şeva borî 18ê Kanûnê bi diruşmên; ‘Kurdên pîs, wê Turkozu bibe goristana we’ ji aliyê sê kesan ve rastî êrîşeke bi sator, kêr û daran hat û birîndar bû.
Li gorî zanyariyan malbatê li ser êrîşa nijadperestî daye xuyakirin ku êrîşkaran dema êrîşkirine gotine: “Ev der Turkozu ye, wê bibe goristana kurdan”.
Piştî êrîşê li ser bedena Volkan Temel, gelek birîn çêbûne û malbatê giliyê êrîşkaran kiriye, lê êrîşkar nehatine girtin.
Malbat dibêje, “Polîsan ji me re gotiye, ji vê derê bar bikin berî ku tiştek were serê we. Em nikarin wan (êrîşkaran) bixin girtîgehê tenê cezayê pere dikarin bidin wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin