Wezîrê Berê yê Fransayê: Rê nedin ku Enqerê êrîsî Kurdên Sûrî bike

18 August 2022 13:33 0 dîtin
Wezîrê Berê yê Fransayê: Rê nedin ku Enqerê êrîsî Kurdên Sûrî bike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Berê yê Fransayê Bernard Kouchner (Bernard Koşner) bang li hêzên cîhanî kir û got: “Rê nedin ku Enqerê êrîşî Kurdên Sûrî bike.”

Bernard Kouchner di salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de li Rojavayê Kurdistanê bû.

Kouchner çavdêriyên xwe ên serdana dawî bi rojnameya Fransî Le Monde (Lo Mond) re parve kir.

Kouchner bi vî sernavî nivîsa xwe parve kir:

Eger em destûrê bidin Tirkiyê ku êrîşî Kurdistana Sûrî bike, bawer bikin wê DAIŞ careke din vegere.

Nivîsa Kouchner bi kurtasî wiha ye:

Careke din em hatin Rojava, cih û warê Kurdên Sûriye.
Vê carê sedema serdana me pîrozkirina salvegera 10an a Otonomiya Xweser e.
Pîrozbahî di nava rewşeke aloz de pêk hatin. Sedema wê jî metirsiya ji êrîşeke nû ya dagirkeriya Tirkiyê ye.
Ji gefên serok-komarê Tirk Erdogan diyar dibe ku Enqere di mijara tunekirina Kurdan de bi israr e.
Niha li vir Kurd, Ereb û Xiristiyan bi hev re salvegera şoreşa xwe pîroz dikin. Serkeftinên xwe ên li dijî DAIŞê silav dikin.
Ji bîr nekirin ku wan di bî şerî de 36 hezar şehîd û birîndar dane.
Dema bîranîna şehîdan vê pirsê ji xwe dikin;
Gelo ma em ê hîn jî van berdêlên giran bidin?
Dema êrîşa hevalbendê me yê NATO Tirkiyê, me ew payîza 2019an bi tenê hiştin.
Û niha li her devera Rojava, mirov di nava xemgîn û herwiha biryardarî amadekariya şereke nû dikin.
Ji niha ve em dikarin encama vê êrîşê bidin.
Ji xwe dewleta Tirk li herêmê sînor gund, dibistan, goristan û dêran bombardiman dike.
Bi balafirên bê mirov ê fermandarên HSDê dike armanc.
Piraniya kesên bûn armanca êrîşan jî fermandarên jin bûn.