Fransayê, wezîrên xwe hisyar kir: Xwe nîsan nedin!

26 March 2023 21:30 0 dîtin
Fransayê, wezîrên xwe hisyar kir: Xwe nîsan nedin!

PeyamaKurd- Li Fransayê, Wezîrê Kar Olivier Dussopt ragihand ku ji bo weîzrên Fransayê ferman hatiye dayîn û hatiye xwestin ku heta hewcedarî çênebe, xwe nîşan nedin.

Olivier Dussopt, di derbarê xwepêşandanên li dijî reforma teqawidiyê de daxuyanî da radyoya giştî ya Fransayê France Inter û got,

"Ji me hat xwestin ku tenê dema ku hewce be derkevin pêşberî gel." 

Dussopt ê ku li ser fermana Serokomar Emmanuel Macron an Serokwezîr Elisabeth Borne daxuyanî neda, diyar kir ku polîs piştî ku bi saetan li dijî kiryarên tundiyê têdikoşin gihîştiye asta westandinê.

Roja borî jî hatibû ragihandin ku di xwepêşandanên li seranserê welêt de 457 kes hatine binçavkirin.