Li Fransayê ji ber kêmkirina budça perwerdê bertekê nîsan dan
PeyamaKurd – Li Fransayê bi hezaran mamoste û xwendevan bertekê nîşanî daxistina an ku kêmkirina budça perwerdê dan û daketin kolanan. Çalakvan bertekê nîşanî daxistina budça perwerdê dan lê zêdekirina budça mesrefên giştî bi taybetî ya bergiriyê rexne kirin. Li bajarê mezin çalakvan daketin kolanan.
Fransa, budça mesrefên bergiriyê 3,3 milyar euroyî weka îlawe zêde kir û ya perwerdê kêm kir.
Sendika perwerdê ya Fransayê FSU-SNUipp nivîskî daxwuyanî da û got bi vê derba hukumetê, derbe li dibistanên giştî (yên dewletê) dikeve û wê gelek kes ji ser karên xwe bibin.
Welatên Ewrûpayê ku Fransa jî di nav wan de ye, ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê û tehdîda Rûsyayê ya li ser Ewrûpayê biryarê dabûn ku budça berevaniya xwe zêde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin