Fransayê “Dîroka Kurda” xist nav dersên xwe yên perwerdê
PeyamaKurd-Li Fransayê di bernameya perwerdê de di derbarê Dîroka Kurdan de wê bi navê “Kurd û Doza Kurd” ders bêxwendin. Rêvebiriya Fransayê ya perwerdê bo sala 2020-2021 ê di pirtûka dersê ya bi navê “Dîrok û Erdnîgarî” de, di bin serikê “Kurd: Neteweyekî bê Dewlet” de, dîroka Kurda bê xwendin. Ders wê di pola 11 ê de bê xwendin.
Hinek ji babetên dersa dîroka Kurd weha hatin ragihandin:
“Hêviya vejandina riha serxwebûnê”, “Pêşmerge”, “Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê”, “Efrîn”. “Sipasiya Trump bo Kurda” û gelek mijarên din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin