Cûnta Nîjerê nûnerê Fransayê yê li Nîjerê xist binçav
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku nûnerê wan yê li Nîjerê Stephane Jullien xistine bin çav. Rewşa wî tê şopandin û Fransa dixwaze bê berdan. Fransa ragihand ku nûnerê Fransayê yê derveyê welat yê li Nîjerê Stephane Jullien di 8 ê Êlûnê de xistine bin çav.
Li Nîjerê di dema di 26ê Temmûzê de derba leşkerî çêbû, di 25ê Tebaxê de wext dan balyozê Fransayê yê li Nîjerê bajarê Niameyê Sylvain Itte da di nav 48 seetan de welatê wan terk bike. Dewleta Fransayê jî ragihandibû ku cûnta leşkerî ne ew otorîteye ku karibe Itte ji welat derxe.
Niha jî li Nîjerê ciyê ku Itte lêye nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin