Cûnta Nîjerê qebûl kir ku bi ECOWASê re diyalogê bike
PeyamaKurd – Rêvebiriya cûnta Nîjerê ku di 26ê Temmûzê de dest danîbû ser rêvebiriya Nîjerê, diyaloga dîplomatîk ya bi ECOWASê re qebûl kir. Komserê ECOWASê yê ji karên siyasî, aştî û ewlehiyê berpirs Abdel-Fatau Musah mijarê weha ragihand;
“Di encamê de rêvebiriya leşkerî îro got ku wê misyona me qebûl bikin û me jî teklîfa wan qebûl kir. Yanî wê îro mîsyonekî teqez were.”
Musah, got ku heyeta ECOWASê şandibû Nîjerê, wê temamê hevdîtinan bikin ku li Nîjerê ji nûh de nîzama destûrî bi temamî tesîs bibe. Eger bi diyalogê çareser nebe, bijarteya herî dawiyê wê leşkerî be û Musah weha dewam kir:
“Mesele ev e, eger em ferq bikin ku hevdîtin nagihên encamê, em nakevin diyaloga ku dawî jê re tine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin