ECOWAS amade ye ku mudaxele bi cûnta rêvebira Nîjerê bike
PeyamaKurd – Komserê Civaka Dewletên Afrîka Rojava ya Aboriyê (ECOWAS) yê ji karên siyasî, aştî û ewlehiyê berpirs Abdel-Fatau Musah li ser rêvebiriya cûntayê ya Nîjerê got:
“Kengê ferman bidin em amade ne mudaxeleya leşkerî bikin ser Nîjerê. Tercîha me bi xwe çareseriya aştiyane ye lê serokerkanên endamên dewletên ECOWASê ji bo mudaxela leşkerî jî biryarê dane. Ji bo mudaxelê çi pêwist be em li serê axifîn û me eyareka hûr çêkir.
Ji bo demokrasiya li Nîjerê ji nûh de tesîs bikin em ê şer îlan nekin. Em ê bi Nîjerê re diyaloga bê dawî jî daneynin. Weka em axifîn, em hê jî ji bo navbeynkariyê mîsyonê amade dikin û me hêj deriyê xwe ji wan re negirtiye.”
Serokerkanên dewletên endamên ECOWASê li payîtexa Ganayê li Akrayê civiyan û ji bo derba leşkerî ya Nîjerê hevdîtin kirin. Civîn 2 roj dewam kir û biryara li jorê hat dayîn.
Di derbarê daxwuyaniya Musah de heya niha ji Nîjerê ti deng derneketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin