Nîjer li hemberê tehdîdên ECOWASê ket amadebasiyê

26 August 2023 22:44 0 dîtin
Nîjer li hemberê tehdîdên ECOWASê ket amadebasiyê

PeyamaKurd – Rêvebiriya cûntayê ya Nîjerê li hemberê ECOWASê ku tehdîda li Nîjerê dike, ket nav amadebaşiyê. Serokerkaniya Nîjerê bi sedema ku tehdîd li serê zêde bûne vê biryarê da.

Li gor ragihandina Nîjerê, ji ber tehdîd zêde bûne hemû îhtîmalan didin ber çav û naxwazin surprîzekî were serê wan. Her çendîn artêşa Nîjerê çavkaniya tehdîdê nabêje jî, demekiye ku artêş xwe li hemberê êrîşên ECOWASê amade dike.

ECOWAS li hemberê derbeya leşkerî ya li Nîjerê dertê û di 10ê Tevaxê de xwestibû ku li Nîjerê car din demokrasiyê tesîs bikin.