Almanya, xebatên pistî derbeya li Nîjerê yên ECOWASê destek dike

09 August 2023 23:13 0 dîtin
Almanya, xebatên pistî derbeya li Nîjerê yên ECOWASê destek dike

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Almanya Sebastian Fischer, piştî derba leşkerî ya li Nîjerê çêbû ragihand ku Almanya xebatên dîplomatîk yên ECOWASê destek dike. Almanya çavdêrê xwe yê dewletê yê ji bo Zîrwa Abduja ya ku wê serokên dewlet û serokwezîrên dewletên endamê ECOWASê tevlî bibin, şand.

Sebastian Fischer, ji bo li Nîjerê çareseriya demokratîk bibînin ragihand ku temamê bijarteyên dîplomatîk yên endamên ECOWAS ê destek dikin û ji wan razîne. Fischer civîna çapemeniyê li Berlîna Almanya li dar xist û got ku wê endamên ECOWASê li payîtexta Nîjerya li Abûjayê bicivin. Fischer weha got:

“Me ji karên Afrîkayê berpirs yê wezareta karên derve yê Almanya Christoph Retzlaff weke çavdêr şand zîrwa ECOWASê. Destûrekî Nîjerê heye. Li gor qanûn wê serokwezîr çawa tayin bibe, çawa bê destnîşankirin û paşî kîjan qaîdeyên demokratîk hene, di derbarê wan de qanûn hene. Hukumetekî ku ji terefê artêşê de bînin ser rêvebiriyê, qet qebûl nabe.”