Pistî derbeya leskerî Fransa welatiyên xwe ji Nîjerê vedikisîne

01 August 2023 19:19 0 dîtin
Pistî derbeya leskerî Fransa welatiyên xwe ji Nîjerê vedikisîne

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku piştî derbeya leşkerî ya hefteya borî û ‎xwepêşandanên li dijî Parîsê ku bi ser balyozaxnaneya Fransayê de hate girtin, hemwelatiyên xwe ji Nîjerê vedikişînin.

Li gorî Reutersê‎ Wezaretê gotiye, di 2022yan de nêzî hezar û 200 hemwelatiyên Fransayê li ‎Nîjerê hebûn.‎

Rêveberiya derbeya leşkerî ya Nîjerê biryar daye ku êdî zêr û uranyûmê welatê xwe neşîne Fransayê û herwiha dabînkirina ji sedî 17 elektrîka bo Fransayê jî rawestand. Rêveberiya leşkerî Fransayê bi destwerdana leşkerî bo welatên wan tawanbar dike.

Bi hezaran alîgirên derbayê jî duh li pêş balyozaneya Fransa ya li Niamey xwepêşandan li dar xistin û xwestin bikevin nav avahiya balyozxaneyê.

Hêjayî gotinê ye, hevgirtina welatên Afrîkayê rêveberiya darbeya leşkerî ya li Nîjeryayê dikin û ro Yekşemê gefa destwerdana leşkerî bo darbekaran xwarin.