Fransa ji baregeheke din a xwe ya leskerî ya li Çadê jî vekisiya

12 January 2025 20:02 0 dîtin
Fransa ji baregeheke din a xwe ya leskerî ya li Çadê jî vekisiya

PeyamaKurd - Piştî bidawîbûna peymana hevkariyê ya navbera Fransa û Çadê, leşkerên Fransî Baregeha Leşkerî ya Abeche’a bajarê Çadê jî vala kirin.

Di merasîma ku ji bo vekişîna leşkerên Frensî hate lidarxistin de Waliyê Abeche Baçar Ali Silêmane got, "Ev biryara dîrokî nîşaneya baweriya me ya bi hêzên parastin û ewlehiyê yên Çadê ye."

Di merasîma ku aliyan peymana radestkirina Baregeha Leşkerî ya Abeche ya ku leşkerên Fransî lê diman ji bo artêşa Çadê hate îmzekirin.

Ji 120 leşkerên Fransî yên li baregehê 90 jê welat terikandin, leşkerên mayî jî wê di 31ê Çileyê de ji Çadê vekişin.

Hikûmeta Çadê ragihand ku wan biryar daye ku peymana ku di 28ê Mijdara 2024an de bi Fransayê re hatibû îmzekirin, bi armanca xurtkirina hevkariya di warê pîşesaziya parastinê û ewlehiyê de betal bike.

Piştre hat diyarkirin ku balafirên şer û yekîneyên leşkerî yên Fransayê dest bi derketina derveyî welat kirine.

Baregeha Leşkerî ya Faya ku leşkerên Fransî lê dimînin, di 26'ê Kanûnê de radestî artêşa Çadê hatibû kirin.

Tê plankirin ku di 31ê Çileyê de bi radestkirina Baregeha Adji Kossei ya li paytext Encemine ji artêşa Çadê re, hebûna leşkerî ya Fransayê li Çadê bi tevahî bi dawî bibe.