Amerîkayê li Polonyayê baregeheke leskerî vekir
PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî doh (13ê mijdara 2024an) bi fermî baregeheke nû ya berevaniya hewayî li bakurê Polonyayê vekir.
Wezîrê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorskî di vîdyoyekê de ku roja sêşemê li ser Xê belav kiriye, gotiye: “Hinekî bi derengî ket, lê ev avakirina vê baregehç biryardariya jeostratejîk ya Amerîkayê îsbat dike. Hevkariya polonî-amerîkî bi hêz e û ne girîng e bê kî li Washingtonê desthilatdar e.”
Serokê Polonyayê Andrzej Dûda jî têkiliyên germ ên bi Trump re tîne zimên, dê beşdarî merasima vekirina baregehê bibe. Wî roja duşemê ji rojnamevanan re gotiye ku Trump gazî wî kiriye û roja serxwebûna Polonyayê pîroz kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin