Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê baregeheke nû ya leskerî ava kir

29 January 2021 17:36 0 dîtin
Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê baregeheke nû ya leskerî ava kir

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, baregeheke nû ya leşkerî ava kir.

Li gorî ragihandina Mehr Newsê ku dispêre çavkaniyê xwecihî, hêzên Amerîkî karwaneke ji 10 wesayîtan pêk dihat li sînorê Iraq-Sûriyê teqwîye kiriye û li wê herêma ku dikeve rojhilatê Hesekê baregeheke nû ava kiriye.

Çend hefteyên dawî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwanên nû yên alîkariyên lojîstîkî û leşkerî bi ser Başûrê Kurdistanê de şandibûn Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha hêzên Amerîkî jî li navçeya sînorî Dêrikê dest bi dewriyeyan kiriye ku Tirkiye li wê herêmê amadekariya êrîşan dikir.