Ji Amerîkayê sewqîyateke mezin a leskerî bo Rojavayê Kurdistanê

18 January 2021 18:14 0 dîtin
Ji Amerîkayê sewqîyateke mezin a leskerî bo Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Karwaneke mezin a hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike ji ser Başûrê Kurdistanê bi rêya Deriyê Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

 Hat zanîn ku karwana alîkariyên leşkerî û lojîstîkî ya Amerîkî ku ji 50 barhilgiran pêk dihat, gihîştiye baregeha hevpeymaniyê ya li sînorê Baxozê û qada petrolê El Omer ku dikeve rojhilatê Dêrazorê.

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî jî hevpeymaniyê karwaneke mezin a barhilgiran şandibû baregehên xwe yên Dêrazorê ku li gorî zanyariyan Amerîka piştî hatina rêveberiya nû dixwaze hêzên xwe yên li Sûriyê zêde bike.