Derbeya li Nîjer: Fransa û Îtalya welatiyên xwe derxistin

02 August 2023 13:01 0 dîtin
Derbeya li Nîjer: Fransa û Îtalya welatiyên xwe derxistin

PeyamaKurd – Fransa û Îtalyayê piştî derbeya li Nîjerê hemwelatiyên xwe tehliye kirin.

Piştî derbeya li Nîjerê ji Îtalya û Fransayê daxuyanî li pey hev hatin.

Wezareta Parastinê ya Îtalyayê ragihand, 99 rêwî gihîştine welêt. Medyaya Fransî ragihand, ji sê balafirên hemwelatî tê de bûn yekem giheştin Parîsê.

Piştî derbeya li Nîjerê, do Îtalya û Fransayê biryar dabûn ku welatiyên xwe yên li welêt derbixin.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Îtalyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku operasyona tehliyeyê temam bûye û wiha hat gotin: “Operasyon qediya. Bi xêr hatî mala xwe. 99 rêwiyên îtalî û biyanî yên ku ji Nîjerê derketin bi saxî vegeriyan. Operasyon bi hevkariya Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Îtalyayê bi encam bû.

Medyaya Fransî ragihand, ji sê balafirên ku ji Nîjer rabûn yekem li paytext Parîsê dan.

Hat ragihandin ku li Nîjerê ji 1200 welatiyên Fransî 600ê wan daxwaza tehliyeyê kirine.

Hat diyarkirin ku di balafiran de welatiyên welatên din ên Ewropayê jî hilgirtine. Îrana ku giravan wek beşek ji xaka xwe qebûl dike û destnîşan dike ku mafên wê yên li ser wê ji aliyê dîrokî ve pir kevn in, di sala 1903an de bi awayekî demkî kete destê Îngilîzan û di sala 1971an de hatin vegerandin, ji ber vê yekê "Îmarata Erebî ya ku hê nehatibû avakirin." wê demê nikare doza serweriyê bike."

Ji aliyê din ve Îmarat li gorî îdiayên xwe yên li ser giravan li ber welatên Ereb û rêxistinên navneteweyî însiyatîfa digre.

Îran bi îdiaya serweriya wê ya li ser giravên navborî nayê nîqaşkirin, di Kanûna 2022an de li hember Çînê û di Tîrmehê de jî ji Rûsyayê re bertek nîşan da ji ber ku piştgirî da nirxandinên ku tezên Îmaratê yên li ser sê giravan diparêzin.