ECOWASê, ji bo Nîjerê fermaneke leskerî da
PeyamaKurd- Civata Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS), ferman da wezîrên berevaniyê ku li Nîjerê rezervan "ji bo avakirina nîzama destûrî" bikin.
Di Civîna Bilind a ECOWASê ku li Abujaya paytexta Nîjeryayê bi mijara darbeya li Nîjerê hat lidarxistin de hat diyarkirin ku rêvebirên ECOWASê ferman da wezîrên berevaniyê yên welatên endam ku hêzên xwe yên rezervê "ji bo avakirina nîzama destûrî" li Nîjerê amade bikin û bi cih bikin lê belê agahiyên li ser cihê ku hêzên rezervê wê bi cih bibin nehat parvekirin.
Ji bo ku hêzên ECOWASê destwerdana her welatekî bikin, divê biryareke hevpar bidin an jî ji aliyê Yekîtiya Afrîkayê ve bên erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin