Rûsya: Eger mudaxeleya leskerî bi krîza Nîjerê bikin dibe îstîqrara Nîjerê xerab bibe

12 August 2023 01:27 0 dîtin
Rûsya: Eger mudaxeleya leskerî bi krîza Nîjerê bikin dibe îstîqrara Nîjerê xerab bibe

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê rave kir ku eger bi awakî leşkerî mudaxele bi krîza li Nîjerê bikin, wê bikin ku rewşa li Sahel-Sahrayê bê îstîqrar bibe. Wezaret ragihand ku rewşa li Nîjerê di nêz de dişopînin û navbeynkariya ECOWASê destek dikin.

Di ragihandina wezaretê de behs dike ku hêzeka têkil ya ji hêzên ECOWASê mudaxeleyê Nîjerê bike, Nîjer gotiye ku ew amade ne êrîşkeran paş de dagerînin û hukumetekî ku di nav wan nûnerên rêxistinên sîvîl hene ava kirine. Wezareta Rûsyayê weha dewam dike:

“Divê herkes xwe ji çareseriya leşkerî ya li Nîjerê xwe dûr bixe. Eger mudaxela leşkerî bibe, wê şerekî dûr û dirêj çêbibe û temamê herêma Sahel-Sahra bê îstîqrar bibe.”