Eger Rûsya alavên leskerî bifrose Tirkiyê, ev bi xwe re stratejiyeka nû tîne

04 June 2018 09:13 0 dîtin
Eger Rûsya alavên leskerî bifrose Tirkiyê, ev bi xwe re stratejiyeka nû tîne

Analîz/Sputnik: Pisporê Rûs dibêje; sewqiyata alavên leşkerî bo Tirkiyê û di herêmê de tevgera hevkar ya leşkerî, hewcedarê pêşdebirina stratejiya hevkar e./Alexey Kudenko.

Di çapemeniyê de nûçeya di derbarê Tirkiyê de derketibû ku Tirkiye dikare di şûna balafirên Amerîkayê yên F-35an de, balafirên ku malên Rûsyane Su-57 an bikire, ji aliyê pisporê Rûs Victor Baranets ve hat şirovekirin û Baranets got wê ev kirîna balafiran, Tirkiyê ji NATOyê û ji Amerîkayê dûr bixe.

Balafirên Rûs Su- 57 an balafirên F-35 yên nesla 5 yên nêçîrê yên Amerîkayê?

Nivîsarê goşe yê rojnama Komsomolskaya Pravdayê albayê teqawud Victor Baranets dibêje; berya ku Tirkiyê sîstema fuzeyan ya S-400an bikire, bi çavên xwe dît ku sîlihên Rûsya çiqas bandorê dikin û bikêrhatîne. Baranets weha dewam dike: “Niha rêvebiriya Tirkiyê wê biryarê bide bê balafirên kîjan dewletê bo wan bêhtir bi fêde be; yên Rûsyayê an yên Amerîkayê?”

Rûsê pispor di şiroveya xwe ya bo Russia Today (RT) yê de dibêje; bi kirîna Su-57an wê Ankara û Moskova bêhtir nêzî hev bibin. Hem sewqiyata alavên leşkerî bo Tirkiyê, Sûriye jî di nav de, divê bo tevgerên leşkerî yên di herêmê de, stratejiyeka hevkar bê avakirin û bipêş de bê birin.

Di têkiliyan de asteka nû’

Baranets dewam dike: " Rûsya bi firotina balafir û sîstema S-400an berpirsiyariya teknîkî jî digre ser milên xwe. Wê mecbûrî pîlotên Tirk bi awayeka fermî di dibistan û akademiyên Rûsya de perwerde bibin û stajê bibînin. Ev jî di siyasetê de, di aborî û têkiliyên leşkerî de, tê vateya asteka nû.”

Pisporê Rûs, li aliyê dinê jî dibêje ku şik tê de heye bê wê Amerîka bihêle Tirkiye ji Rûsyayê balafirên şer bikire an na! Baranets weha dewam dike: “ Bo Erdoğan dev ji fikra kirîna balafirên Rûsan Su-57an berde, Amerîka amade ye ku her tiştî bo wî bike. Ji ber ku peymaneka weha, wê Tirkiyê ji NATO û Amerîkayê bêhtir dûr bixe.”