Rûsya: Alavên Amerîka û NATO yê ger li Ûkrayna bi çek bin, hedefa me ya leskerîne

13 April 2022 21:39 0 dîtin
Rûsya: Alavên Amerîka û NATO yê ger li Ûkrayna bi çek bin, hedefa me ya leskerîne

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov bi ajansa fermî ya Rûsya re hevpeyvînekî kir û li ser tevgerên Rojavayiyan yên li Ûkraynayê ragihand ku li ser axa Ûkraynayê alavên NATO û Amerîkayê eger bi çek bin an çek hilgirin, em wan ‘hedefên leşkerî yên rast’ dibînin.

Ryabkov balê kişand ser desteka Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê û got di van şertan de li ser mijara Ûkraynayê têkiliya bi Amerîka re bê vateye û ne hewceye. Ryabkov weha dewam kir:

“Em dixwazin ji Amerîka û welatên Rojava re bêjin ku operasyona me hêdî nekin û em ê nehêlin hun zerarê bidin yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê û nikarin zerarê bidin damezrandina komarên Donetsk û Luhanskê û em ê li pêşiya we bibin bend. Em hişyariyê didin Amerîka û NATO yê kî bi sîlih li ser axa Ûkraynayê tevbigere, ew di hedefa me ya leşkerî de ye.”