Rûsya: Amerîka û NATO destekê nedana Ûkrayna, nikaribû bi dronan li Moskovayê bixe

05 July 2023 00:06 0 dîtin
Rûsya: Amerîka û NATO destekê nedana Ûkrayna, nikaribû bi dronan li Moskovayê bixe

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê daxwuyaniyekî da û tê de Amerîka û NATO yê tewanbar kir. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku Amerîka û NATO alîkariyê nedana Ûkraynayê, Ûkrayna nikaribû bi dronan li Moskovayê bixe. Wezaret weha got:

“Amerîka û peykên (satalayt) wê, di amadekirina tevgerên terorê yên Kîevê de û bicîhanînê de hevkarê sûc e. Ûkrayna bi 5 dronan êrîşê Moskovayê kir. Ûkraynayiyên Neo-Nazî 5 dronan bikaranîn û xwestin êrîşên terorî bikin. Li gor agahiyan; vê carê hedefa wan ew bû ku li balafirgehekî mezin ya navdewletî bixin û avahiyên bingehîn xerab bikin. Bi rêya bergiriya hewayî û sîstemên herbê, me ber li êrîşan girt. Me 4 alavên wan yên hewayî xist û ya dinê ji kontrolê derket û kete xwarê. Wendahiya canî û maddî nine.”

Wezareta got ku Amerîka û NATO nebûna Ûkrayna nikaribû êrîş bikira û weha dewam kir:

“Di êrîşên weha de, yên balafirên bê mirov û yên desteka sîlihan didin, yên operatorên wan perwerde dikin, bi alîkariya bidestxistina dîmenên satalaytê yên ku desteka îstîxbaratê dide, NATO û Amerîkane û eger ew nebûna, êrîş nedibûn.”