NATO: Çîn li hemberê Ûkraynayê destekê dide Rûsyayê û serê li Ewrûpayê ges dike

26 May 2024 00:09 0 dîtin
NATO: Çîn li hemberê Ûkraynayê destekê dide Rûsyayê û serê li Ewrûpayê ges dike

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg,  ji bo rojnama Alman Alman Welt am Sonntagê ragihand ku Çîn li hemberê Ûkraynayê destekê dide Rûsyayê û şerê li Ewrûpayê geş dike. Stoltenberg got ku şerê Rûsyayê yê li hemberê Ûkraynayê gelek girînge û bang li endamên NATOyê kir da zêdetir destekê bidin Ûkraynayê. Stoltenberg, ji bo rojnama Alman Welt am Sonntagê re got:

“Çîn dibêje ku dixwaze bi Rojava re têkilişyên xwe yên baş dewam bike lê Pekîn di heman wextê de şerê li Ewrûpayê geş dike. Nabe ku her duyan bi hevre bimeşîne.

Ji bo hilberîna fuze, tank û balafiran, perçên wan yên tên bikaranîn, di seha mikroelektronîk û teknolojiyên din de firotanekî zêde ya di şerê Rûsya de li hemberê Ûkraynayê heye.

Planekî me tine ku em yekîneyên NATOyê bişînin Ûkraynayê an sîwana NATOyê ya hewayî heya Ûkraynayê fireh bikin. NATO wê nebe perçeyekî ji şer.

Ez bang dikim ku endamên NATOyê zêdetir destekê bidin Ûkraynayê. Ne derenge ku Ûkrayna şer qezenc bike. Divê em bêhtir sîstema bergiriya hewayî û çekên menzîldirêj, çek û muhîmmatan bişînin Ûkraynayê.

Divê hevkarên me envantera xwe ya leşkerî nûh bikin, hilberîna çekan û muhîmmatan zêde bikin. Eger Putin tiştên dixwaze li Ûkraynayê bidest bixe, wê li Ewrûpayê asayîşa mayînde nemîne û dinya tev bê îstîqrar bibe. Divê em bikin ku Rûsya dev ji êrîşkariya xwe berde. Siyaseta tepişandina Putin bi kêr nayê.”