Rûsya li hemberê dorpêçan 32,3 mîlyar dolar destekê dide aboriyê

19 April 2022 21:36 0 dîtin
Rûsya li hemberê dorpêçan 32,3 mîlyar dolar destekê dide aboriyê

PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê Rûsyayê Anton Siluanov dorpêçên ser Rûsyayê yên aborî bibîr xist û ji bo astengiyên encama dorpêçan çareser bikin, ji bo desteka aboriya Rûsyayê 2,5 trîlyon Rûble ku bi perê Amerîka dike 32.3 mîlyar dolar, wê ji budça xwe serf bike. Anton Siluanov ragihand ku niha li Rûsyayê enflasyon normal bûye û weha got:

“Enflasyon hêdî hêdî dadikeve. Bi sedema îstîqrara bazarê enflasyon ast bi ast dadikeve. Îstîqrara li welat li ser nisbetên faîzan bandorekî erênî dike. Tehwîlên krediyê yên federal ji bo wexta dirêj daketiye 10,5 an. Banka Navendî ya Rûsyayê dest bi daxistina faîzan kir.

Plana me ya darayî ji 32.3 mîlyar dolarî zêdetire. Di nav tehsîsan de tehsîsên budçê, yên ji fona heyiyan û destekên bacên basît hene.”

Piştî şerê Rûsyayê yê ser Ûkraynayê li derveyê Rûsya li dora 640 mîlyar dolarî pere û zêrê Rûsyayê hebû lê li dora 300 mîlyar dolarê wê hat desteserkirin.