YA yê mîlyarderên Rûsyayê xist lîsta dorpêçan
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê mîlyarderên Rûsan, pîlotê Formula 1 ê, 14 olîgark û 146 endamên konseya Rûsya Federal xist nav lîstê. Yekîtiya Awrûpayê bi sedema şerê Rûsya û Ûkraynayê lîsta ku li jorê amade kiribû di rojnama fermî ya YA yê de belav kir.
Li gor lîstê; YA mîlyarderê ku di komir û gubrê de bazirganiyê dike Andrey Melnichenko, hilberînerê gubrê milyarder Andrei Guriev, hilberînerê lûleyên pola milyarder Dmitry Pumpians û milyarderê di seha xidayan de dixebite Vadim Moshkovich xist nav lîstê.
Zavayê wezîrê karên derve yê Sergey Lavrov û hem karsaz Alexander Vinokurov, di sektora kîmya de karsazê xebatê dike Dmitry Arkadievich Mazepin û kurê wî pîlotê Formula 1 ê Nikita Mazepin û şîrkera Rûsyayê ya herî mezin ya rêyên hewayî CEO yê Aeroflotê Mikhail Poluboyarinov jî di nav wan de bi temamî 14 olîgark û 146 endamên konseya Federal Ya Rûsyayê xist nav lîstê.
Firotina teknolojiyê ji bo Rûsyayê ya rast e rast an indirek, teknolojiya deryayê ya seyr û seferê û komunîkasyonê, amadekirina cîhazan, dewra wan û îxraca wan hat qedexekirin.
Banka Geşepêdanê ya Belarûsê, Belagroprombank, Bank Dabrabyt û hevparên wan, piştî 20 adarê ji bo bikaranîna sîstema SWIFT ê qedexe hat danîn. Fînansa dezgeyên xizmeta giştî yên Belarûsê hat qedexekirin.
Wê hemwelatiyên Belarûsê nikaribin ji 100 hezar Ewroyê zêdetir pere bixin bankayên YA û wê kes nikaribe ji bo Belarûsê Ewro temîn bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin