Amerîka 14 rêvebir û 3 dezgeyên Îranê bi sedema astengkirina protestoyan xist lîsta dorpêçan

27 October 2022 00:19 0 dîtin
Amerîka 14 rêvebir û 3 dezgeyên Îranê bi sedema astengkirina protestoyan xist lîsta dorpêçan

PeyamaKurd – Wezareta xezînê û wezareta karên derve yên Amerîkayê bi sedema li Îranê di protestoyên kuştina Jîna Emînî de li hemberê çalakiyên aştiyane bi astengî tevgeriyane û şiddetê kirine, 14 kes û 3 dezgeyan xist nav lîsta dorpêçan.Di mijarê de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi nivîskî weha got:

“Piştî Masha (Jîna) Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yê Tehranê de xistin bin çav û di ser mirina wê de 40 roj derbas bû, Amerîka bi biryare ku destekê bide protestoyên ku xelkê Îranê dike. Me biryarê daye li Îranê li hemberê protestoyên Îranê yên aştiyane, kesên ku bi şiddet tevdigerin û berpirsin, em ê ji wan hesab bipirsin.

Îro wezaretên xezînê û ya karên derve, ji bo di hemû astan de ji kesên hukumeta Îranê hesab bipirsin, ji bo em temamê alavên rewa bikarbînin, me 5 erkên xwe yên cuda bikaranî û me biryara danîna dorpêçan ya ser 14 kes û 3 dezgeyan da.

Kesên li Sûstan-Belûcîstan û eyaleta Kurdistanê, kesên di rêvebiriya zîndana Evîn de bûn; Hidayet Farzadi, Seyyed Heşmatullah Hayat al-Ghaib, Heidar Paşandideh, Murad Fathi, Morteza Piri û Mohammad Hossein Hosravi me wan xist nav lîsta dorpêçan. Bi sedema li Sîstan-Belûcistanê li hember çalakvanan şiddetê bikaraniye, parêzgerê eyaletê Husseyin Modarres Kiyabani xist nav lîstê.

Kesên ku rasterast li hemberê tevgerên aştiyane li eyaleta Sîstan-Belûcistanê û li gelek deverên din çalakvanan girtine û ji wan berpirsin Mohammad Kazemi, Abbas Nilforuşan û Ahmad Şafahi xist nav lîstê. Akademiya Ravîn ku dersa korsanên sîberî ya ewlehî û komputerÊ dide wan korsanan, me xist nav lîstê. Akademiya Ravînê her weha perwerda wezareta îstîxbarata Îranê dike, korsanan perwerde dike û têkiliyên medyayê yên navbera xwepêşandêran dibire.

Damezrênerên Akademiya Ravînê du hevpar ku endamên wezareta îstîxbaratêne; Seyed Mojtaba Mostafawand û Farzin Karimi jî me xist nav lîstê. Hem

Şîrketa Samane Gostar Sahab Pardaz Limited jî ji ber çavdêriya xelkê Îranê dike, nahêle xwe bigihînin medya civakî û di van mijaran de bi hukumeta Îranê re dexebite, me wê xist nav lîsta dorpêçan.

Ji ber di sala 2021an de, protestoyên li bajarê Esfahanê têkbir, fermandarê eyaleta Esfahanê û şefê polîsan Mohammed Reza Mirheydary, me xist nav lîstê. Hem ew kesên çalakvan yên çalakiyên sala 2021 ê ku di zîndana Buşehrê de li xelkê îşkence dikir û mafên zîndaniyan îhlal dikir, rêvebirê zîndanê Muhammed Riza Ostad jî, her dû wezaret wî xistin lîsta dorpêçan.”