Amerîka dorpêçê danî ser 5 rêvebir û dezgeyekî Îranê
PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku baregeha OFAC ê ji ber di çalakiyên Îranê de şiddetê bikaranîne û tepisandine, bi dozên ku hatine vekirin re pêwendîdar, 5 rêvebirên Îranê û dezgeyekî xist bin dorpêçan. Musteşarê ku ji terorê û îstîxbarata darayî berpirse Brian E. Nelson weha ragihand:
“Em kiryarên xelkê Îranê yên ku mafê xwe diparêzin, şiddeta ku rejîma Îranê li hemberê wan dike şermezar dikin. Em û hevkarên me, me biryarê daye ji bo ew hemwelatiyên Îranê yên ku ji bo mafên xwe yên bingehîn şer dikin, ew xerabiyên ku Îran li hemberê wan dike, em ê ji rêvebirên Îranê hesab bipirsin.
Di lîsta dorpêçê de serdozgerê Îranê Muhammed Cafer Montazeri, di hêza Besic ya berxwedanê de Moslem Moein û Hossein Maroufi, fermandarê artêşa Îranê yê Tehranê Hassan Hassanzadeh û fermandarê qolordiya Beyt-al Moghadas û hem yê Kurdistanê Seyîd Sadiq Huseyni hene.”
Şîrketa bi navê Imen Sanat Zaman Fara ku ji hêzên asayîşê re alavên zirxî û ekîpmanan hildiberînê di nav lîstê de ye. Di nav wan de kesên ku li Amerîkayê malên wan hene, Amerîka dest datîne ser malên wan, çûna wan ya Amerîkayê qedexeye û nikarin li Amerîkayê îş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin