Amerîka 10 rêvebir û dezgeyekî Îranê xist nav lîsta res
PeyamaKurd – Amerîka bi sedema ku bi îhlala mafên mirovan de têkildarin 10 rêvebirên di asta bilind de û dezgeyekî Îranê xist nav lîsta reş. Wezareta Xezînê ya Amerîka û wezareta karên derve, bi Îngîltere û Yekîtiya Awrûpa re di heman wextê de biryarê da. Ev paketa dorpêçan ya Amerîka ji kuştina Jîna Emînî heya niha paketa 9em e ku dixe rê. Beşa OFAC ê ya bi ser wezareta Xezînê ya Amerîkayê weha got:
“Weqfa koooperatîva ku ya qolordûya artêşa Îranê ye, 5 rêvebirên wê, cîgirê wezîrê îstîxbaratê Nasir Raşidî û 4 rêvebirên fermandariya artêşê me xist nav lîstê. Di nav wan de fermandarê IRGC ê Huseyin Tanawar, fermandarê herêma rojava yê Kirmanşahê Muhammad Nazar Azimi, cîgirê fermandarê artêşê yê herêma rojava yê IRGC Kurosh Asiabani, fermandarê Esfehanê Mojtaba Fada di lîstê de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin