Amerîka kes û dezgeyên ku alîkariyê didin çêkirina çekên Îranê xist lîsta res

19 April 2023 22:05 0 dîtin
Amerîka kes û dezgeyên ku alîkariyê didin çêkirina çekên Îranê xist lîsta res

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê dezge û kesên ku ji bo artêşa Îranê ji bo çêkirina çekan alavên elektronîk didin Îranê an ji bo Îranê di peydakirina alavên çekan de hêsankariyê dikin xist nav lîsta xwe ya reş. Di lîstê de 6 dezge û kesekî hene.

Li gor ragihandina wezareta xezînê ya Amerîkayê beşa buroya kontrola heyiyên biyanî (0FAC); di lîsta nûh de serokê Pardazan System Namad Armanê (PASNA) û amadekarên Îran, Malezya, Hong Kong û Çînê hene. Di nav dezgeyan de hene ku ji bo hilberîna SİHA yan alavan tedarik dikin.

Musteşarê wezareta xezîna Amerîkayê yê ji terorê û Îstîxbaratê berpirs Brian Nelson, li ser mijarê got ku dezge û kesên navborî ji bo hilberîna SİHA û desteka teknolojiya bergiriyê ya Îranê alavan amade dikin.