Rûsya 22 hemwelatiyên Îngîltere xist lîsta dorpêçan

10 April 2024 23:15 0 dîtin
Rûsya 22 hemwelatiyên Îngîltere xist lîsta dorpêçan

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê bi sedema “êrîşkerî” û “dijminahî” ya Îngîltere ya li hemberê Rûsyayê protesto bike, qedexeyê danî ser 22 hemwelatiyên Îngîltere da nekevin nav sînorê Rûsyayê.

Wezaret di daxwuyaniyê de navên her 22 kesan aşkera kir ku di nav wan de nûnerên dezgeyên dewletê û nûnerên şîrketên di sektora xizmeta hûqûqê de dixebitin hene.