Rûsya 2 navan xist lîsta kesên ku li wan digerin
PeyamaKurd – Piştî bi balafirên bêajotvan li Moskovayê xistin, serokê Rûsyayê Putin Ûkraynayê ji êrîşan berpirs girt û wezareta karên derve ya Rûsyayê serokerkanê Ûkraynayê Valery Zalujni û fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê xist nava lîsta kesên ku li wan digerin. Lê sedema ku navê her dû fermandaran xistine lîsta ku li wan digerin nehat ragihandin.
Terefê Rûsyayê ragihandibû ku bi 25 balafirên bêajotvan êrîşê birine ser Moskovayê û ji ber xesaran hinek mal ji ciyên wan hatine tehliyekirin. Putin di civîna li Kremlînê ku bi karsazên Rûsya re kir, piştî civînê li ser êrîşên dornî yên Moskovayê weha got:
“Piştî belavbûna Yekîtiya Sowyetê ev şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de mecbûrî bû. Axa Ûkraynayê di salên dawiyê de ji aliyê kesên ku bi Rojavayiyan re têkiliyên wan hene ve tê îdarekirin. Wan mirovan ji Ûkraynayê antî Rûsya çêkirin. Xwestin bikevin NATO yê. Rêvebiriya Kîevê rêya terorê ji xwe re bijart.”
Li ser êrîşa li Moskovayê konseya ewlehiyê ya Koşka Sipî ragihand ku ew destekê nadin êrîşa ser axa Rûsyayê û niha di mijara êrîşê de agahiyan didin hev. Amerîka ji bo Ûkrayna axa xwe bistîne pêdiviya wê ya bi ekîpman û perwerdê heye dide, li serê hûr bûye û vê mehê Rûsya 17 caran bi balafirên bêmirov an bi fuzeyan êrîşê biriye ser payîtexta Ûkraynayê, Kîevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin