Ûkrayna serokwezîrê Rûsya yê berê xist nav lîsta kesên li wan digere

10 October 2022 21:49 0 dîtin
Ûkrayna serokwezîrê Rûsya yê berê xist nav lîsta kesên li wan digere

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir û Serwîsa Îstîxbarata Ûkraynayê, serokwezîrê berê û hem cîgirê serokê konseya ewlehiyê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev xist nav lîsta kesên ku li wan digerin.

Hat ragihandin ku Medvedev li ser gotinên wî yên li ser yekîtiya axa Ûkraynayê, ji bo îfadê wî bigrin lê digerin. Li ser vê biryarê, xebatkarên îstîxbarata Ûkraynayê Medvedev li ku derê bibînin dê wî binçav bikin û eger rojekî seredana Ûkraynayê bike, ji bo lêpirsînê wê karibin wî bixin binçav.