Îngîltere hisyariya hemwelatiyên xwe yên seredana Rûsyayê dikin

24 June 2023 20:45 0 dîtin
Îngîltere hisyariya hemwelatiyên xwe yên seredana Rûsyayê dikin

PeyamaKurd – Bi sedema li Rûsyayê grûba Wangerê ya ku bi pera leşkeran dixebitîne, di navbera wê û rêvebiriya Rûsya de şer destpêkir, wezareta karên derve ya Îngîltere hişyariya gera ji bo Rûsyayê da. Hem, serokê Rûsyayê Putin îro biryaranama îdara orfî îmze kir û ragihand.

Wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly, li ser qewimandinên li Rûsyayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Em pêşdeçûnên di navbera artêşa Rûsyayê û grûba Wagnerê de bi hezir dişopînin û bi hevkarên xwe re hevkariya xwe dewam dikin.”

Hişyariya Îngîltere ya ji bo hemwelatiyên wan çawa di destpêka şerê Rûsya-Ûkraynayê de dabû, car din guncaw kir. Bi taybetî seredana nav sînorên Ûkraynayê, Moskova, St Petersburg û Rostovê îşaret kir. Ragihandina wezaretê weha dewam dike:

“Bi taybetî li Rostovê ji ber gengeşeya leşkerî bi rewşê bawerî tine. Eger ne hewceye hun li Rûsya bin, em şîretê li we dikin ku bi alavên hene, bilez terka Rûsyayê bikin. Eger hun şîreta wezareta karên derve qebûl nekin, dibe ku sîgorta we ya seyahetê betal bibe. Ciyê ku em naxwazin hun seredana wan deran bikin, li wan ciyan xizmetên konsulxaneyên me jî kêm e. Ji Rûsyayê ji bo Îngîltere û welatên Yekîtiya Awrûpayê jî seferên balafiran tine ne.”