Îran: “Me bi sedema dorpêçan di petrolê de 100 mîlyar dolar zerar kir”

07 February 2021 02:57 0 dîtin
Îran: “Me bi sedema dorpêçan di petrolê de 100 mîlyar dolar zerar kir”

PeyamaKurd – Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA yê yekem cîgirê serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangirî li eyaleta Kermanşahê di danîna binkeya tesîsa petrokîmyayê de axifî û li ser aboriya Îranê şiroveyan kir. Cîhangirî got ku sanayiya petrokîmyayê bo aboriya wan gelek girînge û nûnerên sektora taybet bo veberhênanê dawetî welatê xwe kir. Di axaftina xwe de Cîhangirî weha got:

“Dorpêçan li dora 100 mîlyar dolarî zerarê da dahata petrola me. Eger ne ji dorpêçan bû ya, ew çend tişt nedihat serê milletê.”

Serokkomar Rûhanî jî berê heman behsê kiribû û gotibû ku ji sala 2018 an heya niha bi sedema dorpêçan 150 mîlyar dolar zerar gihaye aboriya Îranê.