Belçîka nehist Rûsya bi miqdarê 200 mîlyar dolarî bazirganiyê bike

05 April 2022 21:35 0 dîtin
Belçîka nehist Rûsya bi miqdarê 200 mîlyar dolarî bazirganiyê bike

PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê dewleta Belçîkayê Vincent Van Peteghem ragihand ku piştî dorpêçan danîne ser Rûsyayê, dewleta Belçîkayê nehiştiye ji 200 mîlyar dolarî zêdetir bazirganî bi Rûsya re çêbibe. Her weha malên bi miqdarê 3 mîlyar dolarî yên Rûsyayê cemidandine.

Rûsya di 24 ê sibatê de êrîş biribû ser Ûkraynayê û YA û Amerîka dest bi danîna dorpêçên ser Rûsyayê kiribû. Wezîrê darayî yê Belçîkayê Peteghem, ragihand ku ji niha de dorpêç bandorên mezin li ser Rûsyayê kirine. Li gor wezîrê darayî; YA yê heya niha dorpêçan daniye ser 877 kes û 62 dezgeyan.