Kanada dorpêç daniye ser Rûsya lê di 2020 an de bi 1,8 mîlyar dolarî bazirganî kirin

29 January 2022 02:05 0 dîtin
Kanada dorpêç daniye ser Rûsya lê di 2020 an de bi 1,8 mîlyar dolarî bazirganî kirin

PeyamaKurd – Piştî Rûsya Kirimê îşxal kir, Kanada dorpêçê danî ser Rûsya lê di sala 2020 an de, bi miqdarê 1,8 mîlyar dolarî bazirganî kir.

CTV Newsê binkeya nûçeya xwe bir ser doneyên ITC (Navenda Bazirganî ya Dinyayê) ya Trade Map ê û got tevî Kanada dorpêçê daniye ser Rûsyayê, bi ew çend miqdarî jî bazirganiyê kirine.

Li gor rêjeyên sala 2020 an; Kanada bi miqdarê 1,19 mîlyar dolarî mal firotiye Rûsyayê û Rûsya bi miqdarê 617 mîlyon dolarî mal firotiye Kanadayê.

Bazirganiya navbera her dû dewletan di warên reaktorên nukleerî, makîne, cîhazên mekanîk, helikopter, balafir, makînên çandiniyê û alavên fezayî ne.