Kanada dorpêçê danî ser 82 dezge û kesên ji Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê
PeyamaKurd – Rûsya dorpêçê danîbû ser 43 hemwelatiyên Kanadayê û li hemberê biryara Rûsyayê dewleta Kanadayê dorpêçê danî ser 82 dezge û kesên ji Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê. Ragihandin ji aliyê baregeha serokwezîrê Kanadayê ya Justin Trudeau de hat kirin.
Baregeh ragihand ku bi sedema îşxala Ûkraynayê ji aliyê Rûsya de, 6 kes û 46 dezgeyên ku têkiliyên wan bi sektora bergiriya Rûsya re heye, 15 kesên Ûkraynayî û 13 kesên Balarûsî û 2 dezgeyên ku destekê didin îşxala Rûsyayê ya ser Ûkraynayê, biryara dorpêça ser wan daye. Kanada her weha qedexeyê danî ser îxracata teknolojiya ku karibe kapasîta hilberîna bergiriya Rûsyayê zêde bike û alav û teknolojiya ku alîkariya hilberîna sîlihan li Belarûsê bike, qedexê danî ser temamê îxracata wan.
Kanada astengiyê danî ber alavên propogandayê yên Rûsya karibe di wan de dezenformasyonê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin