Kanada givasê danî ser 7 kes û 5 dezgeyên Îsraîlê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Kanadayê ragihand ku bi sedema Îsraîl li ser mulkên Şerîa Rojava û Fîlîstîniyan tevgerên şiddetê û yên îstîqrarê xerab dike, givaşê daniye ser 7 kes û 5 dezgeyên Îsraîlê.
Li gor daxwuyaniyê; Rêxistina Amana ku li Şerîa Rojava lobiya rûniştvanên ciyên binecîtiyê dike, li hemberê Yahûdiyên ku bi Erebên re dizewicin dertên, li Îsraîlê kesên ku ne Cihûne astengiyan ji bo xebatên wan yên giştî dertên, grûba tundrew Lehava, Ciwanên Hilltop yên li dijî qanûnan li Şerîayê qereqolan çêdikin ku ji ciwanan pêk tê, Moshe’Farm û Zvi's Farm in.
Nasnama kesên ku Kanada givaşê daniye ser wan; damezrênerê Lehavayê Bentzi Gopstein, Daniella Weiss, Shalom Zicherman, Meir Mordechai Ettinger, Ely Federman, Elisha Yered û Einan Ben-Nir Amram Tanjil in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin