Amerîka tebdîran danî ser 5 kesên artêsa Îranê û dezgeyekî
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê dorpêçê danî ser 5 endamên artêşa Îranê beşa ‘Hêza Qudsê’ û ser yek dezgeyekî (şîrketekî). Dezgeya ku Amerîka dorpêçê daniye ser, şîrketa bi navê Rey ya anonîm ya karên hewageriyê, îxracat û îtxalatê ye.
5 kesên ji artêşa Îranê ew kesin ku bi deh salaye kesên ku dijminê rejîmê dibînin dikujin, tevî terorê û bûyerên şiddetê bûne. Ragihandina wezaretê ya nivîskî wehaye:
“Hêza Qudsê beşa operasyonan yên derveyê Îranê ye ku bi ser artêşa Îranê ve ye. Dorpêçên îro ji bo Amerîka xebatên Îranê yê terorîstî îfşa bike û xebatên Îranê yên li dijî muxalifan rawestîne. Em ê hemwelatiyên xwe biparêzin û bergiriya wan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin