Amerîka dorpêçê danî ser 4 kesên ku destên wan di jehrdana Navalni de hebû
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê ragihand ku dorpêçê danîne ser 4 kesên ku destê wan di jehrdana lîderê muxalefeta Rûsyayê Aleksey Navalnıy de heye. Ji bo mijarê Ofîsa Kontrolê ya Heyiyên Biyanî (OFAC) ya Amerîka ket nav tevgerê.
Ji wezareta Xezînê berpirsê ji terorê û îstîxbarata darayî musteşar Brian Nelson ragihand ku bi dorpêçan bi bîra serokê Rûsyayê Vladimir Putin û rêvebiriya wî xistine ku encamên îhlala mafên mirovan çiye.
Kesên ku dorpêçan danîne ser wan Alexey Alexandrovich Alexandrov, Konstantin Kudryavtsev, Ivan Vladimirovich Osipov û Vladimir Alexandrovich Panyaev in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin