Amerîka dorpêçê danî ser 7 karbidestên Îranê

07 October 2022 01:12 0 dîtin
Amerîka dorpêçê danî ser 7 karbidestên Îranê

PeyamaKurd – Li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên Tehranê de, li Kurdistana rojhilat, Belûcistan, qismen Azerbeycanê û li herêma Farsan xwepêşandan destpêkirin û 7 desthilatên ku destê wan di zor û kuştin û eziyeta ser xelkê Îranê heye ku xwepêşandanan bi zorê ditepisînin, Amerîkayê dorpêçê danî ser 7 karbidestên Îranê.

Hêzên Îranê bi taybetî çalakiyên rojhilatê Kurdistanê bi zorê dixwazin rawestînin. Wezareta xezînê ya Amerîkayê daxwuyaniya xwe di mijarê de weha da:

“Piştî kuştina Emînî, protestoyên ku li Îranê destpêkirin, rêvebiriya Îranê înternetê qedexe kir, çalakiyên aştiyane bi zorê tepisand. Rêvebiriya Îranê ji bo berlêgirtina çalakiyan ya bi zorê 7 kesan tayîn kir.”

Kesên navên wan di lîsta dorpêçan de hene; wezîrê karên hundir yê îranê Ahmed Wahid, wezîrê gihandinê Îsa Zerîpor, cîgirê fermandarê operasyonan Huseyin Sacidiniya, cîgirê fermandarê artêşê Yadullah Cewanî, berpirsê polîsên siberê Wahid Muhammed Nasir, fermandarê parastvanên şoreşê Huseyin Neşad û rêvebirê polîsê Tehranê Huseyin Rahmî hene.

Yekîtiya Awrûpayê jî wê dest deyne ser heyiyên kesên navborî. Wezîra karên derve yê Fransayê Catherine Colonna jî ragihandibû ku ew kesên xwepêşandanên li rojhilata Kurdistanê tepeser kirine, her rola kî di mijarê de hebe, wê dest daniya ser malên wan û seredanên wan yên bo Fransayê qedexe bikira.