Kanadayê dorpêçên nû li ser rayedar û dezgehên Îranê sepandin
PeyamaKurd – Kanadayê 6 rayedar û 4 dezgehên rejîma Îranê xistin nav lîsteya nû ya dorpêçan.
Li gor Hikûmeta Kanadayê diyar kir, ji bo piştîvanîkirina xelkê Îranê li dijî rejîmê û bersivdana êrîşên rejîmê yên li ser xelkê, biryara danîna dorpêçan li ser rejîma Îranê daye.
Herwiha Hikûmeta Kanadayê di daxuyaniya xwe de da zanîn, hikûmeta me, vê carê dorpêçên gelek dijwar daniye ser 6 rayedarên Îranî û 4 dezgeh û navendên girîng yên rejîma Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin