Senatoya Amerîkayê li dijî Rûsyayê biryarek nû da!
PeyamaKurd – Meclisa jor a Kongreya Amerîkayê Senatoyê, ji bo karsazên Rûs li dijî Rûsyayê biryarek nû da. Senatoyê deng da ku di pêşnûmeya budçeyê de guherînek ku destûrê dide desteserkirina samanên cemidkirî yên karsazên rûsî di berjewendiya Ukraynayê de bike.
Di parvekirina li ser hesabê Twîtterê yê Senatoyê ya têkildarî biryarê de hat destnîşankirin, pêşnûmeya bi hejmara 6595 a li ser Ukraynayê ku ji aliyê Senator Lindsey Graham ve hatibû pêşkêşkirin, di encama dengdayînê de hat qebûlkirin.
Piştî biryara li Senatoyê, bi vî awayî guhertin di pêşnûmeya butçeyê ya ku dihat payîn deng lê bê dayîn de cih girt.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Senator Graham ve hatiye pêşkêşkirin, desteserkirin û firotina samanên karsazên Rûsî ji bo alîkariyên mirovî û leşkerî yên ji bo Ukraynayê dinirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin