Senatoya Amerîkayê, ji bo Iraqê biryarek da!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Senatoya Amerîkayê pêşnûmeqanûna ku destûra dagirkirina Iraqê betal dike, qebûl kir.
Hat ragihandin ku dengdana dawî li Senatoyê hat kirin ji bo derbaskirina pêşnûmeyek ji bo betalkirina fermî ya "Desthilata Bikaranîna Hêza Leşkerî li Iraqê (AUMF) ku di sala 1991î de karîna bikaranîna hêza leşkerî li dijî Iraqê da Serokê Amerîakayê.
Hat diyarkirin ku di dengdanê de 66 parlamneteran dengê “erê” û 30 parlementeran jî dengê “na” dan.
Her wiha hat zanîn ku senatorên ku piştgirî dan pêşnûmeyê, di axaftinên xwe yên beriya dengdanê de diyar kirin ku di 20 salên piştî dagirkirina Iraqê de cîhan hatiye guhertin û tekez kirin ku Iraq niha yek ji hevkarên girîng ên Amerîkayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin