Ji Amerîkayê biryareke girîng bo hêzên li Sûriye û Iraqê

13 August 2020 14:22 0 dîtin
Ji Amerîkayê biryareke girîng bo hêzên li Sûriye û Iraqê

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) di Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, General Kenneth McKenzie, ragihand ku ew dê hejmara hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê kêm bikin.

McKenzie got ku ew dê li ser mijarê bi rayedarên iraqî re danûstandinê bikin û da zanîn, ew dê hêzên li Iraqê ji 5 hezar û 200î daxin 3 hezar û 500 leşkeran.

McKenzie herwiha diyar kir ku ew plan dikin leşkerên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kêm bikin ragihand, ew dê hejmara 600î ya leşkerên ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kar dikin, daxin 500 leşkeran.

McKenzie diyar kir ku erka hêzên wan a serekî li Iraqê di tunekirina şaneyên DAIŞê de alîkariya hêzên Iraqê û kêmkirina bandora Îranê li ser Iraqê ye.