Sûriye | Milîsên Îranê berê fuzeyên xwe dan ser HSD û hêzên Amerîkayê

02 May 2021 15:20 0 dîtin
Sûriye | Milîsên Îranê berê fuzeyên xwe dan ser HSD û hêzên Amerîkayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku milîsên îranî yên li Sûriyê, fuze bicih kirine û berê wan jî dane herêmên kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên amerîkî yên li herêmê.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) milîsên ku Îran piştevaniya wan li Sûriyê dike, rampayên fuzeyan li deverên jêr kontrola xwe bicih kirine û berê wan jî dane ser herêmên jêr kontrola HSDê û cihên hêzên hevpeymaniya navdewletî.

SOHRê diyar kiriye ku milîsan li devera Havi el-Meyadin li nav çewlikeke sewalan 12 rampayên fuzeyan bicih kiriye û berî hemûyan jî da ser rojhilatê çemê Firatê û kelgeha petrolê ya el-Omer ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve tê parastin.