Sûriye | Li Tedmûrê 4 milîsên Îranê hatin kustin

20 November 2024 18:05 0 dîtin
Sûriye | Li Tedmûrê 4 milîsên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê avahiyek û navenda pîşesaziyê li bajarê Tedmurê bombebaran kiriye û di encamê de 4 çekdarên komên milîsên Îranê hatine kuştin û 6  jî birîndar bûne.

Li gorî medyayên nêzîkî rejîma Sûriyê, artêşa Îsraîlê bajarê Tedmurê bombebaran kir, lê agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Çavkaniyên herêmê jî radigihînin ku Îsraîlê li Tedmûrê êrîşî navendên milîsên Îranê kiriye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî daye xuyakirin ku di bombebarana Îsraîlê ya li bajarê Tedmurê de 4 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.