Li Sûriye û Lubnanê 2 fermandarên hêzên milîsên Îranê hatin kustin

25 July 2021 10:36 0 dîtin
Li Sûriye û Lubnanê 2 fermandarên hêzên milîsên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermandarê milîsên Fattimîyûn Ehmed Qureyşî li Sûriyê û fermandarekî Hizbullaha Lubnanê Îmad Emîn ku bi ser Supaya Quds a Îranê ne hatine kuştin.

Medya Îranê kuştina herdu fermandaran piştrast kiriye ku ew fermandarên hêzên milîsan li Sûriye û Lubnanê hatine kuştin.

Medya Hizbûllaha Lubnanê ragihandiye, Îmad Emîn li herêma Deyirkêfa li başûrê Lubnanê hatiye kuştin, lê derbarê kuştina wî de ti zanyariyek belav nekiriye.

Malpera Fars a Îranê jî ragihandiye, Fermandarê Fatimûyyûn Ehmed Qureyşî li Sûriyê hatiye kuştin.

Fatimûyyûn ji milîsên şîe yên Afganî pêk tên ku li Sûriyê ligel rejima Beşar Esed kar dikin û di bin hegemonya Supaya Quds a Supaya Pasdarên Îranê de ne.