SOHR: Li Sûriyeyê di hêriseke asmanî de 5 çekdarên girêdayî Îranê hatin kustin

11 August 2024 20:13 0 dîtin
SOHR: Li Sûriyeyê di hêriseke asmanî de 5 çekdarên girêdayî Îranê hatin kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li rojhelatê Sûriyeyê, li nêzîkî sînorê Iraqê, di encama hêrişeke frokeyên bêmirov de 5 endamên komên çekdar ên girêdayî Îranê hatine kuştin.

Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li rojhelatê Sûriyeyê, li nêzîkî sînorê Iraqê, di encama hêrişeke frokeyên bêmirov de 5 endamên komên çekdar ên girêdayî Îranê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

SOHRê da zanîn ku di nav çekdarên ku birîndar bûne de gellekên ku birînên xan giran in hene.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir ku di dema ku çekdar di maşîneke serbazî de diçûn sînorê Iraqê ev hêrişa bi frokeyên bêmirov ên nenaskirî hatiye kirin.

Devera sinor a di navbera rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de yek ji diyartirîn wan deverên ku komên girêdayî Îranê û hêzên Iraqê tê de serdest in.

SOHRê herwiha got: “Di Nîsana borî de, sê çekdarên komên girêdayî Îranê jî, li rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî sinorê Iraqê,  di hêrişeke asmanî de hatibûn kuştin.”

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriye yê 2011ê li li herêmê belav bûbû heta niha, Îsraîlê bi sedan caran, li dijî hêzên Sûriye û Îranê hêrişên asmanî pêk anîne.